Lînkên eksesibilîtî

Albuma Miles Davis muzîka jazzê dide nasîn


Vê heftîyê di bernameya This is America da li ser radyoya dengê Amerîka, di beşa Înglîzî de albumek ji guhdaran re tê pêşkêş kirin, li gorî vê bernameyê eger lazimbe ku meriv muzika Jazzê bi guhdaran bide naskirin yek weke albuma Miles Davisê tuneye.

Navê albuma wî "Kind of Blue" ye û ev albuma ku bi xelkê gelek xweş e zêdeyî çil salan tesîrê daye ser hemu muzikvanan.

Dibêjin li hember albumên din çêkirina vê albumê jî zêde xerîb nebûye û dema ku muzikvan hatine balê, Miles Davis bi kurtayî nîşanî wan daye ku ka çewa lê bidin, lê dibêjin wî ev muzîk berî wê bi çend saetan çekirîye. Bill Evansê ku jêre li pîyanoyê dide di çêkirina muzîkê de piçek alî wî kiriye da muzîkvanên din karibin hema dicîda dest bi muzîkê bikin.

Dibêjin Miles Davis gelek jêhatî bûye di dîtina muzîkvanên serkeftî de ji bo lêdana muzîka ku ew çêdike. Her carê ji nûve wê ew muzîkvanên ku di kom û grupên xwe de serkeftî bûne peyda dikir û muzîka xwe bi wan dida lêxistin. Dibêjin ev banda Kind of Blue jî bi vî awayî hatîye çêkirin.

Muzîka ku Davis di vê albumê de bi kar tîne bi sîstema ku jê re dibêjin modal form hatîye çêkirin ku li du vê sîstemê muzîkvan di lêdana sazan de azadtirin. Piştî vê albumê her çiqas çû, muzîkvanên din jî ev sîstem bi kar anîn.

Miles Davis di sala hezar û nehsed û bîst û şeşan de li Illinoy ji dayîk bûye û malbata wî malbateke dewlemend bûye. Dema sêzde salî bûye trompetekê weke dîyarî wergirtîye û dest bi dersa muzîka Jazzê kiriye. Li sala hezar û nehsed û çil û çaran mala xwe biriye New Yorkê û li wir çuye dibistana muzîkê ya Julliard, belê piştî salekê dev ji mektebê berdaye da ku bi muzîkvanên gelek bi navû deng re kar bike ku du ji wan muzîkvanan Billy Eckstine û Charlie Parker in.

Miles Davis di temenê xwe yî şêst û pêncan de li sala hezar û nehsed û not û yekê li California mir. Miles Davis di dîroka muzîkê de wek muzîkvanê herî baş yê li trompetê dide tê nasîn.

XS
SM
MD
LG