Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Leşkerê Amerîkî dibêjin rêberê El Qaîdeyê li Iraqê nehatîye kuştin


Leşkerê Amerîkî li Iraqî dibêje jimareke xirabkaran di hêrîşên vê domahîtyê de li devera Anbar hatine kuştin belê dîyar e rêberê komela wan Ebu Hemza El muhacir ne dinav kuştîyan de ye.

Karbidestên Iraqî dibêjin ew li benda encamên taqî kirina DNA yên yek ji milîtanên kuştîya duhî çarşembî li demê hêrîşekê bo ser malekê li bajêrê Hadisa li rojavayê Bexdayê hatibû kuştin.

Raportên televîzyonên Erebî îro pêncşembî ragihandibûn ku El Muhacir di hêrîşê de hatîye kuştin.

Berî niha karbidestên bilind yên parastina Iraqê gotibû roja El Muhacir nêzîk bûye. Ew têbînî piştî girtina alîkarên nêzîkî wî bû û kuştina hindekî dî ji alîyê hêzên Amerîkî û Iraqî ve.

El Muhacir hevwelatîyekî Misrî ye û cihû Ebu Musab El Zarqawî girtibû bo rêbereyatîya El Qaîdê li Iraqê.

Her li vî demî karbidestên Iraqê yekeyeka polîsên Bexdayê ji kar xist ji bo gumana encam dana tundûtûjîyên tîreyî.


XS
SM
MD
LG