Lînkên eksesibilîtî

Konseya Parlamana Ewropa kombûnek li ser çanda Kurdan kir


Serokê Civata Cîhanî bo Pararastina Mafên Kurdan , li Almanya rêzdar Sertac Bucak ji Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka re di hevpeyvînekê de bi hevkar Dexîlê Şemo re biryarnameya Parlamana Konseya Ewropa li ser çanda Kurdî nirxand.

Me jê çend pirsan pirsî li ser giranî û tesîra Konseya Ewropayê û babet û naveroka vê biryarnemeyê herwisa axaftina ku Desteya Tirkîye kiribû di dema wê kombûnê de û me jê pirsî seredana Angela Merkel bo Tirkîye çewa dinirxîne û ka gelo wê di nav pirsa mafên mirovan de bi taybetî ya Kurdî anîye zimên an na.

Rêzdar Bucak balê dikşîne ku ev cara yekem e Konsey biryarnameyeke li ser çanda Kurdan dertîne belê dibêje di encama kombûnê de, di biryarnameyê de çi daxwaz nehatîye kirin tenê pênasîna maf û çanda Kurdî hatîye zimên û tespît kirin.

Li ser pirsa di derbarê axaftina ku Desteya Tirkîye kiriye ku wan pesnê Tirkîye kirine û bi gotina wan Tirkîye pêngavên girîng avêtine Serhat Bucak dibêje, belê Tirkîye ew pêngav avêtine û dev ji qedexekirina zimanê Kurdî berdaye belê ji bo pêşvexistina vî zimanî tiştekî nake, an jî dibêje me bernameyên bi zimanê Kurdî serbest kiriye lê belê di heftîyekê de tev tevî hev tenê ji bo 35 deqîqan destûrê dide ku bername bê belav kirinê, bi gotina rêzdar Bucak ‘ hem serbest kiriye hem jî qedexe kiriye.’

Ev hevpeyvîn bi dirêjî di nav bernameya roja pêncşemê (5ê meha 10,2006) demjimêr 12ê nîvro û 2ê piştî nîvro hate belav kirin. Eger dixwazî li bernameya me guhdarî bikî, dikarî li ser rûpela ‘Audio (Deng) ‘ ev roj bibjêrî û lê guhdarî bikî. Herwisa eger bixwazî bi taybetî li vê hevpeyvînê gudharî bikî ji kerema xwe re li jor nivîsa bi rengê şîn ku dibêje ‘Li hevpeyvîna bi Sertac Bucak re guhdarî bike’ bitiqîne.

Ev Biryarnameya Konseya Ewropa li ser malpera wan hatîye belav kirin, eger bixwazî bala xwe bidî wê kombûn û biryarnameyê ku bi zimanê orjînal yê îngîlîzî hatîye belav kirin, ji kerema xwe re li ser înternetê here navnîşana ku me li jêr nivîsandîye.

http://assembly.coe.int/Main.asp?link=/Documents/Records/2006-4/E/0610041500E.htm




XS
SM
MD
LG