Bi hizaran polîs û serbazêt Iraqî operasyoneka mezina parastinê li bajêrê Kerkuk li bakora Iraqê dest pêkir.
Desthelatdara berbend kirna hemî hatin û çûna otombîla û xelkî li wî bajêrî ragehand.
Peyvdarekê Iraqî roja şembî ragehand ku hêzêt parastinê dest biser bi sedan çeka girtîne û jimareka xirapkarêt gumanlêkirî girtîn.
Her li bakora Iraqê, hêrişberekê xwekuj li bajerokê Tele’fer xwe li xaleka vekolîna polîsê Iraqî peqand û 14 kes hatin kuştin û çend kesêt birîndar bun.
Herwesa li Bexda, karbidest dibêjin bi kêmî neh kes li seranserî paytextê Iraqî hatin kuştin.