Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzêt Amerîkî û Iraqî 30 çekdarêt gumanlêkirî yêt Şî’e li Dîwanîye kuştin


Leşkirê Amerîkî ragehand ku hêzêt Amerîkî û Iraqî bi kêmî 30 çekdarêt gumanlêkirî yêt Şî’e li şer û lêkdanekê li bajêrê Dîwanîye yê başora Iraqê kuştin.

Karbidestêt leşkirî dibêjin şer û lêkdanê dest pêkir demê çekdarêt Leşkirê Mehdî yêt ser bi oldarê Şî’e Muqteda El-Sedir teqe li serbaza kir, piştî serbaza hêriş kire ser mala komandarekê Leşkirê Mehdî.

Leşkirê Amerîkî ragehand ku tankeka Amerîkî li lêkdana hate şewitandin, ku şeva şembî dest pêkir û heta roja yekşembî berdewam bu.

Leşkirî herwesa ragehand ku hêzêt Iraqî û Amerîkî çar çekdarêt ser bi El-Sedirî girtin. Li heyva heşit ya burî, dîsa şer û lêkdan nêvbera Leşkirê Mehdî û hêzêt Iraqî çêbun û çendîn kes hatin kuştin.

XS
SM
MD
LG