Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ceribandina navokî ya yekemîn ya Koreya Bakûr di binê erdê de bû


Koreya Bakûr dibêje wan duşema îro di bin erdê de bo ceribandineke navokî teqînekê pêk anîye û hingî ev teqîn bi hêz bûye ji heralîyê dinyayê, welatan Koreya Bakûr gunehbar kirine.

Rûsya dibêje hêza teqîna ku Koreya Bakûr pêk anîye bi qasî 15 hezar ton T.N.T. bi şidd bûye. Hinek ji vê teqînê zêdetir, dike bi qasî hêza yekemîn bombeya atomê ku Amerîka berî vê bi 61 salan li Japon di şer de avêtibû Hîroşîmayê.

Welatên Yekgirtîyên Amerîka dibêje ew hêj ne amade ye ku bêje Koreya Bakûr teqandineke navokî ceribandîye lê eger ceribandibe, ev yek dibe sebebê helwesteke li hev sor kirinê û ji hev nexweşîya li bakûra rojhilata Asyayê. Peyivdarê serok Bush Tony Snow dibêje Amerîka bi xîret e ji bo parastina hevalbendên xwe yên li Asyayê.

Serokê Koreya Başûr Ro Mû Hyun dibêje eger Pyongyang kom kirina çekên navokî bidomîne ji bo welatê wî bi zehmetîye ku têklatîyekê bi Bakûr re bimeşîne.

Serokê Japonê Shinzo Abe jî dibêje ew dê ji Neteweyên Yekgirtî bixwaze ku ew li dij Koreya Bakûr dicîda helwestekê pêk bînin.

Wisa çaverê tê kirin ku vê sibê Civata Tenahîya Neteweyên Yekgirtî li New Yorkê dest bi lêkolîneke bi lez bike di derbarê helwesta Pyongyangê de.



XS
SM
MD
LG