Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Koreya Bakûr ji sala 1998 heta niha yekemîn welat e ku ceribandina navokî dike


Koreya Bakûr îddîa diket ku bi awayeke serkeftî evro li jêr erd ceribandineke navokî kiriye, ku bi vî awayî dibîte welatê yekê ku ceribandineke wisa diket, ji dema ku Hindistanê û Pakistanê ceribandinên navokî kirin li heyva 5-Gulanê, sala 1996.

Peymana Belavnebûna Çekan bi resmî didete zanîn ku Çînê, Fransa, Rûsya, Brîtanya û Amerîka çekêt navokî hene lê neh welatêt dî ji wan Koreya Bakûr hatîne nasîn yan jî bi giştî we hezr tête kirin çekêt navokî hebin.

Wa bawer tête kirin ku Koreya Bakûr hin keresteyêt hebin ku şeş bomba çêkin.


Amerîka û Rûsya heryek li wan nêzîkî 5000 sermuşekêt stratejîk hene.




XS
SM
MD
LG