Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Birayekî Cîgirê Serokê Iraqê hate kuştin


Karbidestêtê Iraqê dibêjin çekdaran birayekî Cîgirê Serokê Iraqê ku Sinnî ye li bakûra Bexda kuşt.

Hêrîşkeran evro sibêde hêrîş kire ser mala wî û teqe lê kir û kuşt.

Qurbanî ku navê wî Amir El Haşimî ye karbidestekî mezin bû li Wezareta Berevanîya Iraqê û birayê cîgirê serokî Tariq El Haşimî bû.

Cîgirê Serokî endamekî Partîya Îslamîya Iraqê ye ku yeke ji mezintirîn partîyên Sinnî di parlamanê da.

Par li hêrîşên cûda xirabkaran xuşka wî birayeke dî ya wî kuştibûn.

Li alozkarîyên dî evro hêrîşkerek xwekuj bi otomobîleke bombebarkirî hêrîş kire ser nuqteke vekolînê ya polîsêt Iraqê li bajêrokê Tel Afer.

Polîsek hate kuştin û 11 kesêt dî birîndar bûn ku medenî di nav wan de bûn.


Bi alîyekî dî ve karbidestêt Iraqê dibêjin şevê dî bi sedan polîs nexoş bûn piştî xwarina xwarinekê li bingeheke leşkerî li bajêrokê Na’manîye li rojhilata Iraqê.


Karbidest vekolînê dikin da bizanin ka heke ev serhatîye bê destî yan jî bi mebest û zanîn bû.



XS
SM
MD
LG