Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Jibo jîyaneke saxlem xwarina bi feyde bixwo


Wisa xuyaye ku meriv berê xwe bide kurê jibo jîyaneke saxlemî her yek şîreta awayeke xwarin xwarinê li meriv dikin. Hinek dibêjin heba vexwin, hinek dibêjin nanpêj û quşxaneyên bi şiklekî bi kar bînin û dikin ku meriv dev ji hemuyan berde û rûnê ber televîzyonê û çi dilê meriv herê ew bixwo. Lê xwarina bi sihhet û saxlemî ne tişkekî ewqas bi zehmet e. Ji bo jîyaneke bi saxlemî tenê guh bide van şeş şîretan Xwarina giya û sewzeyan girîngtirîn şîrete.

Xwarinên ku bi genim û danên neqeşartî, sewze û mêweyên taze, tiştên bi dendik têne pijandin bixwin. Rojê pênc dana fêkî û sewze bixwin.

Herwisa Avê vexwin. Organ û şanekên canê we ji bo ku karibin kar bikin jê re av divê. Bikin ku win rojê bi kêmî ve şeş an jî heyşt bardax avê vexwin.

Bala we bila li rûn û bez, kolestrol û sodyumê be. Herê ji bo ku vîtamîna bi mehîne ji canê we re piçek rûn lazime lê belê ku rûn zêde be dibe ku di paşerojê de nexweşîna dil bi we re peyda bibe.

Bala xwe bidine kalorîyan jî; her ku win pîr dibin bezê di bedena we de zêdetir dibe û kar kirina bedena we her diçe hêdîtir dibe. Ji bo ku win zanibin ji bedena we re rojê çiqas kalorî başe lazime win bi dixtorekî bişêwirin lê belê dibêjin bi rîya xwarina sewze û mêwe kalorî di canê meriv de kêm dibe.

Şîreteke din jî dibêje: Te çi xwar ew binivîsîne, bi vî awayî wê heya te ji xwarina te hebe û tê karibî çêtir berpirsyarîyê wergirî û ku te zêde xwar tê karibî kêm bikî.

Hebikên vîtamîn û mîneralan jî başin. Win dikarin ji nujdarekî bipirsin ka çi heb li canê we tê û ji were lazime. Belê tucar ev heb ji dêvla xwarina bi sihhet û saxlemî venexwin.

XS
SM
MD
LG