Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Bexda deh kes hatin kuştin


Karbidestên Iraqê dibêjin bi peqîna otomobîleke bombebarkirî li Bexda bi kêmî ve 10 kes hatine kuştin û jimareke dî jî birîndar bûn.

Çend seeteka berî wê peqandinê polîsan got wan 60 term li Bexda dîtine ku hemî bi gulle tivinga hatibûne kuştin û nîşanêt lêdanê li hindeka dîyar bûn.

Li başûra Bexda hêzêt Iraqî û yêt hevalbendan dibêjin wan 11 milîtan kuştine di şerekî de, roja duşembî li nêzîkî mizgeftekî li Dîwanîye.

Bi alîkî dî ve dadgehkirina Saddam Huseynî bi tawana jenosayd anku vebirandinê, evro dadyarê dîktatorê berê yê Iraqê ji dadgehê derêxist piştî cirredevekê di nav dadgehê de.


XS
SM
MD
LG