Lînkên eksesibilîtî

Koreya Bakûr sengîya Amerîka wek ragihandina şer dibîne


Di daxuyanîyeke(K.C.N.A.), ajansa peyamên fermî yên Koreya Bakûr de çarşema îro dibêje eger Washington sengîya li ser hikumeta Kim Jong Il ya jiber bernameya wê ya navokî bidomîne ew jî dê "bersiveke fîzîkî" bidin.

Piştî roja duşemê Pyongyanê got wan çekeke navokî ceribandîye, Welatên Yekgirtî yên Amerîka ji Neteweyên Yekgirtî daxwaza pîvanên giran kirin li dij Koreya Bakûr.

Duemîn kesê xweyî desthilat li Koreya Bakûr Kim Yong Nam ji Ajansa Kyodo ya peyamên Japonî re çarşemê îro got eger rêbaza Amerîka ya jibo welatê wî neguhere dibe ku ew hin ceribandinên din yên navokî bikin. Wî got ew tenê bi şertê ku Amerîka toleyên aborî yên li ser Pyongyangê rake ew dê vegere ser danûstendinên şeş alî yên jibo ku dev ji çekan berde.

Washington ev demeke ku dibêje ji ber ku Koreya Bakûr pereyên neqanûnî bikar dihanî wan ew tole danîbûn ser û tu elaqa vê meselê û danûstendinên şeş alî bi hev tuneye.


XS
SM
MD
LG