Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çîn ji NY daxwaza peyameke aştîyane dike bo Koreya Bakûr


Çîn rijdîyê li Civata Tenahîya Neteweyên Yekgirtî diket heta peyameke rohn bidet Koreya Bakûr ku ceribandina wê ya navokî karekî ne rast bû, belê Pekîn hêjda piştevanîyê li toleyên tund, dijî rejîma Koreya Bakûr naketin.

Peyivdarê wezareta Derve ya Çînê Liu Jianchao îro pêncşembeyê got divê tola çareserîyeka bi aşîtî han bidet.

Diberek rawestandinêda digel Koreya Bakûr balyozê Amerîkî yê li Neteweyên Yekgirtî John Bolton li ber e bi fermî bernivîsê biryarekê bidet Civata Tenahîyê, îro pêncşembê daxwaz biketin Pyongyang dev ji bernama xwe ya navokî berdetin.

Ew bernivîs pêşnîyaza dorgirtineke tund diketin li ser çekan, toleyên diravî û herwisa bendkirina bazirganîyê digel Koreya Bakûr.

Amerîka divêtin heta dawîya vê heftîyê Civata Tenahîyê wê pêşnîyazê pesend bike weke biryarekê.


XS
SM
MD
LG