Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Orhan Pamuk xelatê Nobelê bo Edebîyatê wergirt


Nivîskarê navdarê Tirk Orhan Pamuk xelatê Nobelê Edebîyatan yê evsal wergirt. Îro pêncşem, Akademîya Swêdî li Stockholm rêz li karê nivîskarê 54 salî girt yê bi navê ‘Geryan li du Giyanê Xemgînê Bajarî’, bajarê wî Îstenbolê.

Akademîya Nobel dibêjitin Orhan Pamuk di wê romana xwe de sembolên nû yên li hev çûn û têkelbûna kulturan eşkere kirine.

Pamuk li Îstenbolê dijî û tête naskirin weke yekem nivîskarê cîhana Îslamî bi eşkereyî ‘fetwa’ ya kuştina nivîskar Salman Ruşdî şermezar kiriye.


Pamuk 10 nivîsînên bi Tirkî hene û gelek ji nivîsînên wî hatine wergerandin bo zimanên Îngîlîzî, Almanî, Fransî û Swêdî.


Xelatê Nobel evsal dê digel milyon û sêsed hezar dolaran be li meha 12 li Stockholmê wê bête bexşîn.




XS
SM
MD
LG