Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bolanî encamdana gorankarîya li wezareta navxwe ya Iraqê ragehand


Wezîrê navxwe yê Iraqê Cawad El-Bolanî dibêjit ew xwe amade diket gorankarîyêt serekî di serokatîya wezaretê biket li bizavekê da bu nehêlana cudayêt tîreyî.

Bolanî li Bexda gote peyamhinêrêt rojavayî ku 3,000 karmendêt wezaretê liser karî hatine ladan, hindek ji wan jiber fesada rêvebirnê. Birêz Bolanî herwesa rexine li çekdarêt zorîne Musilmanêt Şî’e li welatî girt.

Hevdem, du otombîl roja şembî li paytextê Iraqî peqîn û bi kêmî du kes birîndar bun.

Polîsê herwesa ragehand ku çend çekdareka mamostayek li bajerokê Dîwanîye kuşt.

XS
SM
MD
LG