Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Sri Lanka 92 kes hatin kuştin


Karbidestêt Sri Lanka dibêjin li hêrîşeke xwekuj, bi bomban, li ser karwaneke leşkerî bi kêmîve 92 kes hatine kuştin ku bahra pitir gemîvan bûn.

Bi peqîna evro bi kêmîve 60 gemîvan birîndar bûn.

Karbidest dibêjin lorîyek tijî keresteyêt peqandinê hêrîş kire ser karwanê leşkerî li bakûra naverasta Sri Lanka, li derbazgehekê ku li wêrê gemîvan kom dibin berî bêne veguhastin bo bingehê hêza deryayî li Trincomalee li rojhilatê.

Pazdeh otobozêt tijî gemîvan li nêzîk rawestîyabûn, demê bombe peqî.

Polîs dibêjin wan 15 otebozan bitenê du nebin, hemîyan hingavtî hebûn.

Serhildayên Pilingên Tamîl heta nûke çi têbînî li ser wê êrîşê nedayne.

Ev hêrîşe li wî demî dibit ku ji herdu alîyan hatîye xwestin biçine Cenevrê bo danûstendinêt aşîtîyê, ku biryar e 28ê vê heyvê bêne kirin.




XS
SM
MD
LG