Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nunerê Amerîka liser bernama Pyongyang çû Japonê


Nunerê serekî yê Amerîka bo danûstendina li ser bernama navokî ya Koreya Bakur yê li Japonê bo danûstandina li ser gefa navokîya Pyongyang.

Cîgirê Wezîra Derveya Amerîka Christopher Hill, biryar e evro digel Kenichiro Sasae, nunerê serekî yê Japonê bo danûstendinêt şeş welatan bo nehêlana bernama navokî ya Pyonyang kom bibit.

Bizava dîplomatî, roja çarşembî dê zêdetir be demê seroka Christopher Hill, ew jî wezîra derve ya Amerîka xanim Condoleezza Rice, digehîte Japonê.

Dîyar e xanim Rice û wezîrê derve yê Japonê Taro Aso bo danûstandinan bi seredan çûne Koreya Başûr, di bizavekê de ku Pyongyang razî bikin ku vegerêtev danûstendinêt bêçekkirinê.

Roja şembî Neteweyêt Yekgirtî bi piranîya dengan, biryara danana tola derbaz kir ku daxwaza bi domahî înana bernama navokî ya Pyongyang diket.

Washington rijtîyê li Pekînê diket, wan tolan bi dirustî bi cih bînet, lê balyozê Pekînê li Neteweyên Yekgirtî dibêjit Çîn li dijî wê bendê ye ku ji endamêt Neteweyêt Yekgirtî dixwazit vekolînê li ser gemî û otomobîlan bikin ku diçine Koreya Bakûr û ji wêrê derdikevin.

XS
SM
MD
LG