Lînkên eksesibilîtî

"Bila Skotland bibîte nimune ji bo Kurdên Tirkîye"


Nûnerên ji Yêkitîya Ewropî, Tirk û Kurdan li konferanseke navneteweyî li Brukselê li ser peywendîyên linav her sê alîyan, li ser pirsa Kurdî li Tirkîyê dipeyivin.

Li pişka destpêkê ya wê konferansa du-rojî, roja Duşembî, yêk ji beşdaran, endamekî Skotlandî yê Parlamentoya Ewropî Alyn Smith bû. Smith li dû wê gotara xwe li hevpeyvîneke bi Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka ra bal kêşa ser demê vê kombûne.

Parlamenterê Ewropî got ew konferansa Brukselê li demekî pirr giring tête kirin ji ber ku ew rewşa li Tirkîyê û guhartinên heta niha yên hikûmeta Tirk dinirxînît, berî ku Komîsyona Ewropî raporta xwe ya derbarê pêşveçûna Tirkîyê ber bi endamîya Yêkitîya Ewropî ve radigehînît.

Çaverê tête kirin ku ew komîsyona rêvebir ya Yêkitîya Ewropî paş nêzîkî sê heftîyan, li 8ê meha têt, wê raporta xwe ya girîng ragehînît.

Lê serokê wê Komîsyonê, Jose Manuel Durao Barroso bi gotinên xwe yên vê heftîyê rengê wê raportê dîyar kir. Wî rêberê Yêkitîya Ewropî got bizavên hikûmeta Tirk hêdî ne, lewma belkû ew welat heta 20 salên dî jî li benda endamîya Yêkitîya Ewropî bimînît.

Peyivdarê Ewropayê yê Partîya Niştimanî ya Skotlandî Alyn Smith hevbîr e.

Ew dibêjît, eger Tirkîye bibîte endam jî, belkû ew bi demekî hêj dirêtir çêbît. ‘‘Yêk ji xalên em dixwazîn ku hikûmeta Tirk têbigehînîn eve ye, em dibêjin belê em digel axiftin û danûstandinan în, lê qebûlkirina endamîya Tirkîyê qet tiştekî piştrastkirî nîne. Eger Tirkîye pêşveçûneke girîng neket ber bi guhartinê ve, belkû dergeh dîsa lê bête girtin û divêt karbidestên Tirk baş ji vê serwext bin.’’

Alyn Smith endamê Skotlandî yê ji Brîtanyayê li Parlamentoya Ewropî got Yêkitîya Ewropî heta niha hewqas pal nedaye Tirkîyê ku ji dest bidet ku ew xwe jê bidete paş.

Ew dibêjît stratejîya heta niha derbarê Tirkîyê da ji prensîban pêtir li ser şert û berjewendîyên sîyasî bûye.

Parlamenterê Ewropî dibêjît ger li şûna mafên kesan Ewropa derbarê pirsa Kurdî da daxwaza mafên koman biket, wek pênasîna bi Kurdan wek endamên komekê, wê gavê belkû ew li serê pêşîn gelek astengan biêxîte rêya guhartinê da li Tirkîyê. Û dibêjît li dû şertûmercên sîyasî yên Kopenhagen, Bruksel dê daxwaza mafên kesan biket, ne yên koman bo kêmanîyan. Bi gotina wî, hizra hindekan ew e ku bi mafên kesan, rêya mafên koman jî vedibît.

Alyn Smith digel wê stratejîya Yêkitîya Ewropî ye, ji ber ku ew linav destûdarê niha rêbaza rastebîn e, bi gotina wî, Enqerê vê gavê derbarê Kurdan da naçemît, li ber dananêt.

Lê daxwazên Ewropîyan ji Kurdan jî hene

Smith dibêjît ‘‘Ji ber ku biryarên rawestandina şerrî yên berî niha hatîne şkandin, nehatîne bicih înan, em vê gavê gelek bi hişyarane berê xwe dideyne biryara dawîn ya rawestandina şerrî ji Partîya Karkerên Kurdistanê. Ya ku em dixwazîn bibînin eve ye ka PKKe dê yêkcar dest ji çekî berdet. Em ji mînakên Skotland û Îrlandayê, ji mînaka Leşkerê Komarîxwazên Îrlandî dizanîn ku ji bo hindê demek pê divêt, lê divêt em her û her rawestabndina şerrî ya bêkêmasî û ragirtina şerrî ji alîyê PKKê ve bibînîn, lê heta niha me ew hêj nedîtî ye.

Endamê ji herêma Skotlandê ya Brîtanyayê dibêjît bila guhartinên li van heşt salan li Skotlandê, damezrandina parlamentoya herêmî, guhartinên destûrnameyê, bi dîyaloga demokratîk bibine numune bo çareserkirina pirsa Kurdî li Tirkîyê.

‘‘Ez bawer dikem ku ya ku me li Skotlandê pêkînayî, derbarê parlamentoyê da wek pişkeke Padşahîya Hevgirtî ya Brîtanyayê, her çiqas Skotland hêdî hêdî ber bi serxwebûnê ve diçît, mînakeke çak e bo Kurdistanê ku çav bidetê, bêgûman linav Tirkîyê, û bêgûman ew dikarît bibîte pişka me li wê miştomira sebaret paşeroja Tirkîyê.

Lê Alyn Smith, endamê Skotlandî yê Parlamentoya Ewropî dibêjît wek hevalekî bîyanî ew nikarin ji Tirkîyê ra bêjin ka karûbarên xwe çawa birêve bibet.

Kombûna bi navê ‘‘Konferansa Navneteweyî li ser Yêkitîya Ewropî, Tirkîye û Kurdan’’ li Brukselê dê roja Sêşembî bidawî bêt.

Eger bixwazî li vê raportê guhdarî bikî, ji kerema xwe re li jor nivîsa şîn ku dibêje Li raportê guhdarî bike bitiqîne.

XS
SM
MD
LG