Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nasnama Iraqî ji civînekê re bû babet


Civata Navnetewî di sedsala dawî de ji bilî danana peymanên navnetewî û civînên dîplomasîyê wezîfeyek nû ji xwe re peyda kiriye: Eve jî Desthilata Qanûnê ye. Piştî şerê sar û têk çûna Sovyetê, li Balkanan herwisa bi rêka şerê dijî terorîzmê li Afganistan û Iraqê, û wek berpirsyarîyeke Neteweyên Yekgirtî li civatên paş şerrî li Tîmora Rojhilat, li Sierra Lîon û her wekî din, Civata Navnetewî wek ku hin nivîskar tînin zimên weke ku dest bavêje nav karên navxweyî yên dewletan, alîkarîyê bi wan re dike bo rast û dirûstkirina rewşa wana.

Her çiqasî komek miştûmir li ser ma’neya desthilata qanûnê tên kirin jî Civatê ji bo mana wê li ser çend beşên wê li hev kirine. Li gorî van bizavên alîkarîya navnetewî dirust kirina nasnama niştimanî yek ji rêkên dirust kirina vê desthilata qanûnê ye.

Enstîtû, zanîngeh û lêvekol jî bi rêka vekolînan Civatê ji rewşa van welatên paş şerrî agahdar dikin û Civat jî li dû wê asas û binaxe ji rêbaz û sîyasetên xwe re datînin.

Enstîtuya Aştîyê ya Welatên Yekgirtîyên Amerîka li Washingtona Paytext dest bi civînan kirine li ser Iraqê û Desthilata Qanûnê ya li vî welatî.

Eric Davis, Reider Visser, Phebe Marr, Michael Rubin û Nabil Al-Tikriti bi axaftinên xwe beşdarî vê civînê bûn.

Her pênc kes jî bi giştî mesela yekbûyînê anîn zimên ku ka gelo bi rastî Iraqî wek yek netew in an jî her sê parçeyên wê ku yek jê Şîa yek jê Sinne û yek jê Kurd in naxwazin bibin yek netew û cûda bibin.

Xanim Phebe Marr axaftina xwe bi giştî li ser rêberayetî ya li Iraqê kir. Dibêje li Iraqê du şoreş çêbûne yek jê ya navxweyî ye û ya din jî şoreşa di şiklê hikumetê de ye bi ma’na hikumeteke navendî.

Dibêje rêberên Iraqê li gorî ji kîjan beşê bin ji hev cûda cûda ne; ji bilî Kurdan rêberên herdu beşên din di dema Seddam de sirgun kirî bûne û vêga vegeryane welatî û ji bilî Kurdan pirsgirêkek heye ku dibêjin dîtina rêberên vegeryayî li hember yên mayî li ser hikumetê ne wek hev e. Di nav wan de tenê rêberên Kurdan gelekî sekuler in û piştgirîya Rojavayê dikin.

Her wisa xanim Phebe Marr dema ku rexneyên di derbarê dîtna wan ya li ser mesela aborîyê li rêberên herdu beşên din kirin dîsa rêberên Kurdan ji wan cuda kir û got tenê rêberên Kurdan pêşketina aborîyê ji xwe re kirine armanc di bernama avakirina Iraqê de. Hêjayî gotinê ye ku Civata Navnetewî bi pêşxistina aborîya welatên paş şerrî weke perçeyeke bi pêşvexistina Desthilata Qanûnê dibîne.

Wek mînak ji bo bernameya Şî’eyan xanim Marr dibêje dema ku tu ji wan dipirsî Şî’e pêşî xwe wek Iraqî dura wek Şî’e didin nas kirin lê belê hesta niştimanperwerî zêde ne bi hêz e bi wan re. Piranîya rêberên Şîa we pê xweş e ku îslamî kirin û gohrînkarî di nav civatê de li du rêka Şîa bin.

Kesên din ku diaxiftin di bizava alîkarîyê de mesela welatên cîran anîn zimên. El Tîkrîtî got welatên cîran heqê wan heye ku bixwazin alîkarîyê bi Iraqê re bikin wek yek ji wan Tirkîye û ya din jî Îran e. Belê rêzdar Eric Davis di axaftina xwe de balê kişand ser pirsgirêkên wê alîkarîya cîranan ku dibêje dibe ku ew têklatî û armanca wê alîkarîyê bi awayekî xerabibin. Lê dibêje stratejîya wextekî dûr û dirêj ya bo aşîtî û tenahîya Iraqê ku Hikumeta Herêma Kurdistanê bi Tirkîye re dimeşîne gelek başe,

Davis dibêje girêdana têklatîya aborîya Herêma Kurdistanê bi aborîya Tirkîye ve çareyeke baş e û dibe ku ev bizav ber bi welatên din ve jî belav bibe wek mînak bi aborîya Urdunê ve jî. Bi vî awayî jî hinek maytekirinên derve têne rawestandin.

Hin beşdaran bawerîya bi pêşketina aborîyê ya li Herêma Kurdistanê wek mînak nîşan dan ji bo temamê Iraqê lê belê gotin lazime çareyek bê peyda kirin ku Kurd bi vê bizav û helwesta xwe, xwe tevlî temamê Iraqê bikin.

Di dawîya civînê de dema ku pirs ji beşdaran hate kirin ku wê di paşerojê de hikumet kirin li Iraqê bi çi awayî bidome ka gelo wê herdem serok Kurdek be, serok wezîr Şi’a be an çi rêyeke din heye an na, Michael Rubin xwest bersivê bide û dîtina xwe ya negatîv li ser rêberên Kurdan pêşkêşî guhdaran kir. Bi şidd û tund got ev îdî dem hatîye ku helwesteke tund li hember Kurdan bê wergirtin.

Roj nîne ku nûçeyên di derbarê Iraqê de tundutujîya tîreyî ya di navbera Şî’e û Sinneyan de belav nakin lê belê beşdar di wê bawerîyê de ne ku ev yek ne asteng e li ber hesta netewî û mesele tê mezin kirin. Bi dîtina wan netewebûna bi rêngê Iraqî, ne pêngaveke îro an jî ji dema Seddam mayî ye bi bawerîya wan ev hest hê berî salên hezar û nehsed û bîstan hebû û bingeha wê diçe hetta dema Osmanîyan jî.




XS
SM
MD
LG