Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nunerekî Çînê bi Kim Jong Il re kom bû


Karbidestên Çînî seredana nunerê xwe Tang Jiaxuan (Tang Ca Şwan) ya bo Koreya Bakûr wek seredaneke gelek grîng anîn zimên. Dibêjin Jiaxuan (Ca’şwan) îro roja pêncşemê li Pyongyangê bi serokê Koreya Bakûr Kim Jong Il re kom bûye û gotineke serokê Çînê Hu Jiantao (Hu Cın Tao) ragihandîye wî. Belê nabêjin ka ew gotin çi bûye.
Çîn ture bibû dema ku Pyongyang li nehê meha deh, guh nedabû Pekînê û ceribandina navokî kiribû. Pekînê piştevanîya biryara Neteweyên Yekgirtî kir li ser tawanbar kirina Koreya Bakûr û berbend kirina hatin û çûna gemîyan û firotina kel û pela ji bilî kel û pelên xwarinê û herwisa hindek keresteyên ku çeka jê çêdikin.

Belê şarezayên herêmê dibêjin Pekîn dudil bû li ser biryara dor girtinê û naxwaze hemî barên gemîyan ku hatin û çûna Koreya Bakûr dikin, vekolîn li ser bê kirin.

Şareza dibêjin Pekîn ji toleyên tund nerazîye ji ber ku bi dîtina wê dibe ku ev tundîtî bibe sebebê têk çûna hikumeta Pyongyangê û pêleka mezin ya penaberan biçine Çînê.

Welatên Yekgirtî dibêje biryarname ne tenê maf, lê belê wezîfeyê dide welatan ku kontrol û vekolînan pêk bînin. Peyivdarê Wezareta Derve ya Çînê roja pêncşemê anî zimên ku dîtina hikumeta wî cûda ye.

Dibêje: 'Bi bawerîya me biryarnameya bi jimara hezar û heftsed û hîjde biryarnameyeke gelekî hevseng e. Pêdivîye Hemu alî hizra xwe li ser çewanîya cêbicêkirina biryarê bikin û ev birêkeke hevseng be û nebine eger bo berfireh kirina dorgirtinê.'

Ji axaftina peyivdar xuyaye ku wê roja înê kom bûna Wezîra Derve ya Amerîka Condoleezza Rice digel karbidestên Çînî, gelek bi zehmet be. Wisa çaverê tê kirin ku wê xanim Rice ji wan bixwaze ku ew toleyan baş bînin cîh.

Xanim Rice wê bi wezîrê derve Li Zhaoxing (Lî Cao Şîng) re û piştre jî bi serok Hu Jintao (Hu Cin Tao) û serokwezîr Wen Jiabao (Wan Cabaw) re kom bibe.


XS
SM
MD
LG