Lînkên eksesibilîtî

Mamostaya Norwecî pêşnîyara danûstandinên bi PKKê ra diket


Kariane Westrheim, seroka rêkxistîyeke bi navê ‘‘Komîsyona Civata Sîvîl ya Yêkitîya Ewropî û Tirkîyê’’ ye ku li ser pirsa Kurdî li Tirkîyê serê vê heftîyê li Parlamentoya Ewropî konferanseke du rojî pêkînabû.

Dr. Westrheimê di hevpeyvînekê digel Pişka Kurdî da got li dû wê konferansa bi beşdarîya şareza û sîyasetvanên Kurd, Tirk û Ewropî, ji wan endamên parlamentoya Ewropî bi xwe, wan di belavuka xwe da jimareke daxwaz û pêşnîyaran kirîne. Serê pêşîn ew gazî Ewropîyan diken ku piştevanîya xwe bidomînin bo wê bawerîyê ku Tirkîyê dikarît bibîte welatekî demokrat û endama Yêkitîya Ewropî.

Ew dibêjît ‘‘Lê her wesa girîng e ku Tirkîye bigehîte wê encamê ku ew dikarît hingê bibîte endam gava ku wê linav tixûbên xwe aştî û aramî heye. Konferans her wesa pêrgînîyê li ragehandina rawestandina şerrî ya ji alîyê PKKê ve li serê vê mehê diket û gazî alîyan şerrî diket ku kiryarên leşkerî ragirin û sê nûnerên ji bo pirsa PKKê li rêyên aştîyane, neleşkerî reftarê bi PKKê ra biken.’’

Mebesta wê nûnerên Welatên Yêkgirtî yên Amerîka, Tirkîye û Îraqê bûn.

Ew konferansa vê heftîyê li Parlamentoya Ewropî sê heftîyan berî raporta girîng ya Komîsyona Ewropî anku destgehê rêvebir yê Yêkitîya Ewropî hate kirin. Kariane Westrheim dibêjît Yêkitîya Ewropî guhdarîya konferans û peşnîyarên koma wê diket. Li ser pirsîyareke ka eger ew endama wê komîsyonê ba, sê pêşnîyarên serekî yên wê bo Tirkîyê dê çi ban, Kariane Westrheimê got danûstandin û axiftin, serê hemîyan e.

Ew dibêjît ‘‘Yêk ji daxwazan divêt ew bît ku Tirkîye guhê xwe bidete Kurdan û gotinên nûnerên wan. Û wan nûneran roleke girîng hebît di prosesesa danûstandinên endamîyê linav Tirkîye û Yêkitîya Ewropî da ji ber ku ev pirse bi babetê demokratkirina Tirkîyê ve girêdayî ye, lewma divêt Tirkîye guh bidete şîretên nûnerên Kurdan.’’

Min ji wê mamostaya Zanêngeha Bergen ya Norwecê pirsî ka ma nûnerên Kurdan kî ne ku Tirkîye guhdarîyê lê biket. Wê got partîyên Kurdan û her wesa navê serokê beledîya Dîyarbekir Osman Baydemîr îna. Baydemîr digel serokê Partîya Civaka Demokratîk Ahmet Turk linav pişikdarên wê konferansa Brukselê bû.

Lê pêşnîyara duwem ya Westrheimê wêvetir e.

‘‘Divêt Tirkîye berê xwe bidete rêyên destpêka danûstandinan bi PKKê ra. Ne ku wê me’nayê ku PKK nûnerîya gelê Kurd biket, lê ez bawer dikem ku divêt Tirkîye an rasterast, an bi alîkarîya navberan bi PKKê ra bipeyivît. Eve girîng e.’’

Ew mamostaya Norwecî dibêjît ew pê dihesît ku eve pêşnîyareke kêşeliser e.

‘‘Ez dizanim we ye. Ez dibêjim ê dî demê pêtir cisaret û wêrekîyê hatîye di axiftina li ser vê pirsê da çinkû heta niha me bi awayekî navîn behsê wê dikir, gelek bi awayekî hişyarane behs dikir. Ji ber ku eger kesek newêrît bipeyivît pêşveçûn bizehmet e.’’

Lê hikûmeta Tirk dibêjît PKK ango Partîya Karkerên Kurdistanê ‘‘komeleke terorîst e’’ û ‘‘ew bi terorîstan ra bazarê naket.’’ Ew PKKê wek berpirsîyara şerrê pêtir ji 15 salan yê ku pêtir ji 30 hezar mirovan têda hatîn kuştin dibînît. Ji bilî Tirkîyê, Welatên Yêkgirtî yên Amerîka û Yêkitîya Ewropî jî ji PKKê ra dibêjin ‘‘terorîst.’’

Mamostaya Norwecî dibêjît, bila Yêkitîya Ewropî ji bi PKKê ra bipeyivît.

‘‘Gava ku alîyek behsê komeleke terorîst diket, ew ji xwe ra wê dikete awayekî axiftinê, şopek û xwe têda asê diket, dibîte girtîyê wê, nikarît jê derkevît, nikarît xwe ji wê çarçûveya fikrîne rizgar biket.’’

Ew dibêjît dîyar e ku PKK xwudanhêz e û ‘‘linav wê jî gelek kesên hêjayî axiftinê, gelek xwenda ne.’’

Kariane Westrheim, ku roja Duşembî axiftina pêşîn ya Konferansa Sêyem ya Navneteweyî li ser Yêkitîya Ewropî, Tirkîye û Kurdan kiribû, dibêjît ew têbînîya wê belkû ya endamên dî yên rêkxistîya wê nebît û ew digel pişikdarên Tirk yên wê konferansê li ser vî babetî neaxiftîye.

Wê konferansê pêrgînî bi ragehandina biryara rawestandina şerrî ya PKKê kiribû, lê Tirkîyê bi fermî çi pûte bi wê ragehandinê nekirîye, û gelek zêrevan şikê ji wê gotina PKKê diben ji ber ku berî wê, wê rêkxistîyê ji sala 1984ê û pê ve çar carên dî şer rawestandibû, lê dûra dîsa dest bi şerrî kiribû.

Dr. Westrhem dibêjît vê carê ferqek heye.

‘‘Ez dizanim eve cara pêncem e. Ez dibêjim çar carên berî niha pûte pê nehate kirin ji alîyê civaka cîhanî ve û ji alîyên sîyasî ve û her nehate bihîstin. Ez dibêjim vê carê ferq eve ye ku mirov pê diaxivin, gengeşe li ser tête kirin û niha girîng e bo mirovan rawestandina şerî. Û hemî kes dibêjît divêt em vê derfetê bikar bînîn.

Seroka rêkxistîya bi navê Komîsyona Civaka Sîvîl ya Yêkitîya Ewropî û Tirkîyê Westrhem dibêjît ji bilî danûstandinên bi nûnerên Kurd û PKKê ra, eger ew li şûna Komîsyona Ewropî bît daxwaza wê ya sêyem ji Tirkîyê dê ew bît ku çareyekê ji pirsa bi 100 hezaran Kurdên bêcihûwar ra peyda biket. Ew mirov li demê şerrê linav şerkerên PKKê û serbazên Tirk ji gundên xwe hatibûne derêxistin. Di wî şerrî da pêtir ji 3 hezar gund û mezrayên Kurdan hatine vala kirin.



XS
SM
MD
LG