Lînkên eksesibilîtî

Li Iraqê li Amara nêzî 15 kes hatine kuştin


Karbidestên Iraqê dibêjin bi kêmîve 15 kes di encama şerê di navbera milîsên Şî'e û hêzên Iraqî de hatine kuştin.

Herwisa desthilatdarêt Iraqî dibêjin li encama hêrîşeka bi hawana li ser bajêrokê Balad bikêmî neh kes hatin kuştin û çendîn kesên dî birîndar bûn.

Polîs ragihand ku çendîn hawan evro eynî li Balad keftine xwar ku eve jî tirsa tundûtûjîya tîreyî li wî bajêrokê Şî’e zêde diket ku dikevîte naverasta Sunnî li bakûra Bexda.

Nêzîkî 100 kes li tundûtûjîyên vê dawîyê li Balad hatine kuştin, ku bi kuştina 19 kesan li roja eynîya buhurî destpêkir.

Li bajêrê Ammara li başûra welatî çekdarêt Şî’e digel polîsêt Iraqê bi şer çûn. Roja pêncşembî leşkerê Amerîkî ragihand ku pêdaçûnê bi operasyoneke leşkerî li Bexda diket ji ber derenca nebaşêt wê operasyonê.

Peyivdarê leşkerî yê Amerîkî Major General William Caldwell got tundûtûjî li paytextê Iraqê bi rêjeya 22 ji sedê zêde kiriye li sê heftîyêt berahîyêt meha pîroza Remezanê.



XS
SM
MD
LG