Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ahmedinecad dibêje biryarnameya NY ne rewa ye


Serokê Îranê Mahmud Ahmedînecad îna îro, li Tehranê got wê Îran li hember sengîyê li berxwe bide lê belê ji bo danûstendinan jî amade be. Wî herwisa got ev biryarnameya Civata Tenahîyê ya Neteweyên Yekgirtî li ser bernama wan ya navokî ne rewa ye.

Berî wê bi çend demjimêran Wezîrê Derve yê Çînê Li Zhaoxing got wê Çîn di çareserkirina pirsgirêka navokîya Îranê de roleke erînî bileyze.

Wezîr Li Zhaoxing tevî xanim Rice ev têbînî anîn zimên di konferanseke rojnamevanî de li Pekînê.

Rice got wan herdu alîyan behsa bizava li Civata Tenehîyê ya Neteweyên Yekgirtî kirine û xuyaye ku wê ew biryarnameyeke ku pê karibin tola deynin ser Îranê derînin eger Tehran dev ji karê xwe yî navokî bernede.

Ne bi dilê Çîn û Rûsyayê bû di bizava danûstendinên bi armanca dawî înana kêşeyê de toleyên tund li dij Îranê derên.

Wezrên Derve yên Yekîtîya Ewropa piştevanîya xwe anîbûn zimên ji bo hin toleyên li dijî Îranê.



XS
SM
MD
LG