Lînkên eksesibilîtî

El Duleymî piştevanîya rêkeftina Mekke diket


Partîya serekî ya Erebêt Sunnî li Iraqê piştevanîya bi hêza xwe bu rêkeftina nêvbera rêberêt olî yêt Şî’e û Sunnî ragehand bu ragirtina tond û tîjîya nêvbera herdû tîreyêt Islamê.

Ednan El-Duleymî, ku serokatîya mezintirîn giropa Sunnîya diket li perlemanê Iraqê, roja şembî xweşhalîya xwe biramberî rêkeftina deh babetan ragehand. Ew rêkeftin roja eynî li bajêrê pîrozê Musilmana, Mekke, ji layê rêberêt Şî’e û Sunnîyêt Iraqê hate mûr kirin. Duleymî daxaz ji hemî Iraqîya û serok wezîr Nurî El Malikî kir da piştevanîya wê rêkeftinê biken.

Li Bexda, hêrişberek li nav otobîsekê xwe peqand, çar kes hatin kuştin û 15 kesêt dî birîndar bun.

Li Rumadî, leşkirê Amerîkî ragehand ku hêzêt hevalbendîyê rêberekê bilindê gumanlêkirî yê giropa El-Qayde li Iraqê kuşt û heft tîroristêt gumanlêkirî girtin.

XS
SM
MD
LG