Lînkên eksesibilîtî

Berhem Salih destveguhestina li Iraqê nirxand


Cîgirê serokwezîrê Iraqê Berhem Salih dibêje heta dawîya vê salê wê kontrol kirina nîvî ji parêzgehên welatê wî bikeve bin destê hikumetê.

Rêzdar Salih duşema îro li Londonê piştî ku bi serokwezîrê Brîtanyayê Tony Blair re kom bû ev gotin kirin.

Kesî ji wan herdu karbidestan di derbarê kombûnê de tu agahîyê nedan. Belê rêzdar Salih piştre got çarenivîsa Iraqê ji bo paşeroja Rojhilata Navîn gelek girîng e. Wî got bi dîtina wî di vî wextî de derketina ji Iraqê ji bo civata navnetewî ne rêkek e.

Rojnama "Guardian" berî axaftina herduan ragihand ku wê rêzdar Blair zorê bide birêz Salih jibo dîyar bike ku wê hêzên tenahîya Iraqê di nav salekê de desthilata parêzgehên başûr ji destê leşkerê Brîtanyayê wergire.

Îro berî wê, rêzdar Salih li ser radyoya Brîtanyayê rexne girtin li miştûmirên li ser Iraqê ku bi dîtina wî hewarek tê rakirin. Wî herwisa behsa pêdivîya bi hevalbendîya bi Welatên Yekgirtî û Brîtanya re jî kir.


XS
SM
MD
LG