Lînkên eksesibilîtî

Li Iraqê du serbazên Amerîkî hatin kuştin û yek jî winda ye


Leşkerê Amerîka li iraqê dibêje du serbazên din yên Amerîkî mirine ji ber brînên xwe yên li şerê parêzgeha Anbara li rojava .

Leşker dibêje serbaz roja duşemê mirine lê belê nabêje ka çewa an jî li kur ew birîndar bûne. Bi wan mirinên vê dawîyê jimara kuştîyên ji hêzên Amerîkî li Iraqê vê mehê gihîştîye 89 kesan.

Di vê navêde hêzên Amerîkî li Bexda mal bi mal li serbazekî Amerîkî yê ku roja duşemê winda bibû digerin.

Karbidestên Amerîkî dibêjin ev serbaz Amerîkîyekî ku bi eslê xwe Iraqî bûye û karê wergerandinê dikir. Ev serbaz şeva duşemê li taxa Kerrada ya Bexdayê bê ser û şûn bûye dema ku Iraqî vedigerîyan malên xwe ku cejna Remezanê pîroz bikin

Leşker nabêje ka ev serbaz hatîye revandin an êrîş lê hatîye kirin an jî xwe bi xwe dev ji kar berdaye.


XS
SM
MD
LG