Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Leşkerê Tirk 3 serhildayên Kurd kuştin


Karbidestên leşkerê Tirk dibêjin hêzên parastinê di şerrekî li başûra rojhilata Tirkîyê da sê cidahîxwazên Kurd kuştîne.

Karbidestan îro got serbazên Tirk roja Duşembî direng sê endamên Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) kuştîne.

Ew dibêjin di wê pevçûna li wîlayeta Batmanê da du endamên leşkerê Tirk jî birîndar bûyne.

Tirkîye danûstandinên bi PKKê ra red diket. Tirkîye, Welatên Yêkgirtî û Yêkitîya Ewropî PKKê wek komeleke terorîst dihesibînin.

Wê komelê li yekê vê mehê şer rawestand, lê leşkerê Tirk pûte bi wê ragehandinê nekir. Karbidestên leşkerê Tirk dibêjin ew dê şerrî bidomînin heta ku hemî serhilda teslîm dibin. PKK dibêjît ew dê berevanîya xwe biket.





XS
SM
MD
LG