Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Malîkî soz da ku mesela milîsan çareser bike


Serokwezîrê Iraqê Nûrî El Malîkî careke din soz daye ku wê ew tedbîrên micid bigrin di derbarê milîsan de, lê belê wî wan gotinên karbidestên Amerîkî înkar kirin ku digotin şikra rêzdar Malikî muhleta jibo rawestandina tundûtûjîyê qebûl kiriye.

Serokwezîrê Iraqê, rojek piştî ku karbidestên Amerîkî gotibûn rêzdar Malîkî bi muhletê razî bûye, ji peyamhinêran re got, tu hêzeke ji derve nikare muhletan deyne ber hikumeta Iraqê.

Wî herwisa got kes bi wî neşêwirîye jibo kiryara Amerîka ya nû bi ser taxeke Şî’a, ya Sadr ve, li Bexdayê. Hêzên Amerîkî û Iraqî bi alîkarîya Hêza Hewayî ya Amerîka êrîş kirin ser wê taxê jibo ku li rêbêrekî serekî yê milîsên komên kuştinê bigerin.

Karbidestên Iraqê gotin bi vê tundûtûjîyê, bi kêmîve çar kes hatine kuştin û 18 kesên din jî birîndar bûne. Rêzdar Malîkî got wê karbidestên Iraqê di derbarê kiryarê de ji Hêza Hevalbendîyê agahdarîyeke zelal bixwaze.

Hêzên Iraqî û hêzên Amerîkî berî ku roj avêtîye ketine nav taxa Sadr belê di demeke kin de şer destpêkirîye û wan jî jibo ku xwe bi parêzin daxwaza alîkarîya firrokeyên şerrî kirîye.

Daxuyanîyeke Leşkerê Amerîka dibêje destûra kiryarê ji alî hikumeta Iraqê ve hatîye dan, belê nabêje ka ew kesê ku dibêjin rêberê koma kuştinê ye, hatîye girtin an na.

Herwisa Leşkerê Amerîka dibêje çarşema îro, li bajêrê Huseyba bi teqîna otomobîleke bombebarkirî li nêzî sînorê Sûrî çend kes hatine kuştin.


XS
SM
MD
LG