Lînkên eksesibilîtî

Vladimir Putin rêbazeke avaker dixwaze


Serokê Rûsî Vladimir Putin rijtîyê li Civaka Navnetewî diket ku rêbazeke avaker bikar bînin bo çareserkirina kêşeya navokî ya Koreya Bakûr û dibêjît danana sengî û giranîyê li ser dewletekê ku xwe veder kiriye dê encamêt berevajî hebin

Rêzdar Putin evro got, yek ji egerên Pyongyang, li 9ê vê mehê ceribandineke navokî kirî, ew bû ku hindek ji welatêt pişikdar li danûstendinêt şeş alî yêt bêçek kirinê bi rengekî baş digel Koreya Bakûr danûstendin nekiribûn.

Wî got ceribandina navokî ya vê domahîyê cîyê qebûlê nîne û got, bo çareserkirina kêşeya nûke ya pêdivîye ku danûstendinêt navokî yêt şeş alî destpêbikin ku li 11ê heyva buhorî Koreya Bakûr jê derkevtibû.

Roja sêşembî Çînê got, rêberê Koreya Bakûr Kim Jong Il gote karbidestêt Pekînê li hêvîyê nîne ceribandineke dî ya navokî biket heke sengî û givaştina navnetewî Pyongyang ne azirîne ku helwesta xwe bigohorît.

XS
SM
MD
LG