Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pênc serbazên Amerîkî li Iraqê hatin kuştin


Leşkerê Amerîkî li Iraqê dibêje pênc serbazêt Amerîkî li El Anbar ya rojava Iraqê hatine kuştin û bi kuştina wan jimara serbazên Amerîkî vê mehê li Iraqê bên kuştin gehîşte 96an.

Daxuyanîyeke leşkerê Amerîkî îro pêncşembîyê got kuştina çar marîn û serbazekî ji encamê teqeyeke dijminî bû duhî çarşembî, lê belê negot eger ew di yek serhatîyê de hatibin kuştin yan na.

Her duhî çarşembîyê leşkerê Amerîkî got hêzên Iraqî bi şêwera hêzên hevalbenda bi ser çend cîhên milîtana da girt li seranserê Iraqê.

Di yek ji wan kiryaran de serbaza milîtanek kuştîye li Xalis û li Hella başûra Bexdayê hêzên parastinê yazdeh kes girtin, guman heye ew endamên desteyên kuştina bin.

Hêzên Iraqî bi piştevanîya firokeyên şerrî yên Amerîkî deh milîtan di şerekî dî de kuştin li bajarê El Sadr yê Bexdayê ku bingehên milîtanên Şî’e yê ser bi El Muqtada El Sadr e, dijberê Amerîka.

Her di vê kiryarê da deh ji endamên desteyên kuştinê hatine girtin.



XS
SM
MD
LG