Lînkên eksesibilîtî

Sergei Lavrov rexne digre li Biryarnameya bo Îranê


Wezîrê Derveyê Rûsya Sergei Lavrov dibêjetin bernivîsê biryareke Neteweyên Yekgirtî ji alî Ewropîyan ve ku toleyan li ser Îranê dadinîtin ne hevbîr e digel helwestên şeş welatên xudan desthelatên cîhanê.

Ajansa Peyamên Interfax ya Rusî ji zarê Lavrov ragihand dema gotî divêt armanca her şeş welatên desthilatdar ew bitin, rê li Îranê bigrin heta destê wê negihte teknolojîya navokî ya hestyar.


Rêzdar Lavrov gotjî gelek girîng e Yekîtîya Ewropî peywendîyan bi Îranê ve biketin û bernivîsa biryarê ya ku li ber e îro pêncşem li Netweyên Yekgirtî miştûmir li ser bête kirin, armancên hevbîrên her şeş welatên peywendîdar cêbicê naketin.

Her ew bernivîs vê heftîyê hatîye daraştin ji alî Brîtanya, Fransa û Almanya ve. Sê welatêt dî yêt bi vê pirsê ve peywendîdar, Amerîka, Rûsya û Çîn in.


XS
SM
MD
LG