Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Baquba 24 polîs û 18 çekdar hatine kuştin


Leşkerê Amerîkî ragihand ku 24 polîs û 18 çekdar li şer û lêkdanêt tund li bajêrokê Baquba hatine kuştin.

Leşkerî herwiha ragihand ku kesekî sivîl li tundutujîyê hate kuştin ku roja pêncşemê destpêkir piştî xirabkara busek bo karwaneke polîsî dana.

Li bajêrê Musila bakûra Iraqê jî, desthilatdara hatin û çûna otomobîla berbend kir, piştî xirabkara belavok didane xelkê û gefa encamdana karê tundûtûjî dikir li wî bajêrê Sinnî û Kurda.

Herwisa leşkerê Amerîkî ragihand li van çend rojên buhorî, pênc serbazên Amerîkî li Iraqê hartine kuştin, bi vê jimara kuştîyên Amerîkî li vê heyvê gihîşte bilindtirîn astê di salekê de. Bi kêmî 96 serbazên Amerîkî li vê heyvê hatine kuştin ku yeksane bi jimara kuştîyêt serbazêt Amerîkî li heyva deha sala buhurî.

Hevdem wezîrê berevanîyê Amerîkî Donald Rumsfeld got, rêberên Iraqî razî nebûne planekê danîn heta domahîya vê salê bo pêşvebirina rewşa welatî.

Rumsfeldî roja pêncşembî li Pentagonê gote peyamhinêran da rexnegir herwekî wî got xwo bidene paş li daxwazêt xwo bo destnîşan kirina demeke dîyarî kirî bo encamdana jimareke meca li Iraqê.

Roja sêşembî balyozê Amerîkî li Iraqê Zalmay Xelîlzad got, rêberên Iraqê razî bûn demekê dîyar bikin bo nehêlana tundûtûjîya li wî welatî. Lê serokwezîrê Iraqê Nûrî El Malîkî ev ragihandina Xelîlzadî red kir û got hikumeta wî bi çi razî nebûye.




XS
SM
MD
LG