Lînkên eksesibilîtî

Leşkerê Pakistanê dibêje wan bingehekê jinav birîye


Leşkerê Pakistanê dibêjit, helîkopterê cengî bingeheke berguman bo hîn û fêr kirina terorîstan, li nêzîkî tixubê Afganistanê jinav bir û 80 milîtan kuştin.

Peyivdarê leşkerî yê serekî Şewket Sultan dibêjît hêrîşa evro sibêdê li herêma eşîreta bajawer, xwendîngeheke îslamî ku bi navê Medrese tête nasîn kiribû armanc ku liwêrê milîtan têne hîn û fêr kirin.

Ew xwendîngeha îslamî ji alî melayekî ve dihate birêvebirin ku ji ber kiryarên terorîstî û hewandina milîtanêt El Qaîde li Pakistanê, biryara girtina wî hatîye dan.

Peyidarê leşkerî înkar kir ku li wê hêrîşa hewayî xelkê bêguneh hatibûne kuştin.

XS
SM
MD
LG