Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Malikî ferman da ku hêzên Amerîkî dorgirtina li ser Sadr rake


Serokwezîrê Iraqê fermanê da hêzên Amerîkî û Iraqî ku dorgirtina heftîyekê rake ji ser Devera Sadr ya Şî’eyan li Bexda.

Hin nuqteyên zêde ku ji bo kontrol kirinê hatine danîn, parçeyeke kiryara ji bo dîtina serbazê Amerîkî ye ku bi dîtina karbidestên Amerîkî ji alî milîtanên Şî’e ve hatîye revandin.


Bizavkarên Şî’e nerazîbûna xwe li hember dorgirtinê dîyar kir. Oldarê tundrê yê Şî’eyan, Muqtada El Sadr îro ji xelkê xwest ku li hember nuqteyên kontrolkirinê nerazîbûna xwe dîyar kin bi girtina kargeh, xwendîngeh û nivîsgehên hikumetê li devera Sadr.


Serokwezîr Nûrî El Malîkî ferman da ku dorgirtin îro bi temamî rabe, lê belê got nuqteyên kontrolkirinê dibe ku di tedbîrên wek qedexe kirina derketina derve û di hin kiryarên din de jî bên bi karanîn.


Di vê navê de polîsên li Tikrîtê dibêje çekdaran bi kêmî ve 30 kes li ser rêya giştî ya li bakûra Bexda revandine.


XS
SM
MD
LG