Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Koreya Başûr û Japon dê toleyan bidomînin


Koreya başûr û Japon dîyar kirin ku bi wan xweş e ku Koreya Bakûr vedigere ser danûstendinên bo bernameya wê ya navokî, lê belê dibêjin ew dê bicîh anîna wan toleyên ku piştî ceribandina wê ya navokî danîbûn ser Pyongyangê, bidomînin.

Cîgirê Wezîrê Derve yê Koreya Başûr Yu Myung-hwan çarşema îro got eger danûstendinên şeş alî bi Pyongyangê re baş biçin û serbikevin di nehêlana karê navokî yê Pyongyangê de, wê toleyên ku Neteweyên Yekgirtî danîbûn, kêm bibin.

Peyivdarê hikumeta Japonê jî li Tokyoyê eynî peyamê ragihandin û got wê Japon jî toleyan bidomîne heta ku di danûstendinan de gavên baş bêne avêtin

Koreya Bakur îro got wê ew vegera ser danûstendinê bi şertê ku di danûstendinê de li ser rakirina toleyên Welatên Yekgirtî jî bê peyivîn.



XS
SM
MD
LG