Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Iraqê mamosteyekî zankoyê hate kuştin


Karbidestên Iraqê dibêjin xirabkaran teqe li mamosteyekî zankoya Bexdayê kir û kuşt û du rahinerên werzîşî revandine li Bexdayê.

Polîs dibêjît çekdaran Ragirê Kolîça Aborî û Birêvebirinê li Zankoya Bexdayê Casimil Esedî, jina wî û kurê wî jî kuştine, sibêdeya evro pêncşemê dema di otomobîla xwe da bûn.

Cihê jivêna, çekdaran hêrîş kiriye ser yaneyeka werzîşîya kora li demê rahênanê li navenda Bexdayê û du rehîne revandine, yek ji wana koreya.

Çend hêrîşên dî jî li derûdorên Bexdayê çêbûne û têde sê polîs hatine kuştin.

Her li vê demî Leşkerê Amerîkî dibêjît Hêzêt Hevalbenda hêrîşên bi firroka jî kirine û di yek ji hêrîşan de rêberekî El Qaîde li bajêrê Ramadî yê Iraqê hatîye kuştin.

XS
SM
MD
LG