Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Piştî Dîyarberkir û bajarên din li Batmanê jî xelk bi avê ve çûn


Li du gotina rojnamevanê rojnama Batman Petrol, Mustafa Seven, li Batmanê yazdeh kes ji ber lehîyê mirine û zîyaneke mezin gihîştîye vî bajêrî.

Dibêje nêzî 2400 xanî zîyan dîtine û bi trîlyonan zirarê xelkê bûne.

Bi gotina wî heta niha serokwezîrê Tirkîye ji bo alîkarîyê 70 milyar pere şandîye Batmanê lê belê rêzdar Seven dibêje zîyana bajêr nêzî 14 trîlyonan e û dibe ku ev jimar zêde jî bibe.

Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka bi berpirsyarê rojnama Batman Petrol re hevpeyvînekê kirîye ku win dikarin di vê hevpeyvînê de xwe ji bûyerê zêdetir agahdar bikin. Eger ku we xwest li vê hevpeyvînê guhdarî bikin ji kerema xwe re li jorê nivîsa bi rengê şîn ku dibêje ‘Li hevpeyvîna bi Mustafa Seven re guhdarî bike’ bitiqînin.

XS
SM
MD
LG