Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

''Îraq yêk ji gendeltirîn welatên dinyayê ye''


Rêkxistîyeke serekî ya zêrevanîya pakijîya desthilatê dibêjît Îraq, digel Haîtî û Burmayê, welatê bi herî pêtir dizî û nerêkîyan e.

Ew rêkxistîya bi navê ‘‘Transparency International’’ ya bingeh li Berlîn raporta xwe ya salane roja Duşembî ragehand ku têda 163 welat rêz kirîne bi pileya gendelîyê bi dîtina kardar û şarezayan.

Wê rêkxistîyê her wesa welatên bi rêveberîyên pak jî rêz kirin. Welatên bi herî kêm dizî û nerêkî Findandîya, New Zeland, Danîmarka, Sîngapor û Swêd in. Amerîka li rêza 20ê ye.

XS
SM
MD
LG