Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hewa dawîn ji Demokrat û Komarîyan


Partîyên Komarî û Demokrat hewl diden piştrast biken ku piştevanên wan di dengdana roja Sêşembî da pişikdar bibin.

Wan her du partîyên serekî bi hezaran piştevanên xwe ji bo wê xebatê şandîne wîlayetên ku li dû lêkolînan dengên berbijarên her du partîyan gelek nêzîkî hev in.

Li dû wan lêkolînên destgehên ragehandinê, Demokrat li pêşîyê ne û çêdibît ku pirranîya Civata Nûneran ya 435-endamî ya Kongresê bi dest ve bînin. Lê heman lêkolîn dîyar diken ku hêza Partîya Komarî jî li van du heftîyan zêde bûye.

Ji bo wergirtina kontrola civata dî, Cıvata Senetoran, divêt Demokrat 6 endamîyan li yên xwe zêde biken. Beryêkaneya herî xurt li wîlayetên Virginia, Missouri, Montana û Rhode Islandê ye.

Li dû raywergirtinên giştî yên dawîn, bîra dengderan bahra pêtir li ser rewşa Îraqê ye. Demokrat dibêjine dengderan ger ew di hilbijartina Sêşembî da serbikevin, dê stratejîya Amerîka li Îraqê bête guhartin.

XS
SM
MD
LG