Lînkên eksesibilîtî

Îsraîl kiryara Devera Xezze bi dawî tîne


Hêzên Îsraîlê roja sêşemê kiryara leşkerî ya li Devera Xezze bi dawî anî. Ji ber vê kiryarê zêdeyî 50 Filistînî hatibûne kuştin.

Ji par, ji dema ku Îsraîl dev ji vê herêmê berdabû heta niha, piştî girantirîn şerê têra heftîyekê hêzên Îsraîlî roja sêşemê xwe ji bajêrokê Beyt Hanûna li bakûra Xezzeyê vekêşandin.

Ji heftîya buhurî heta niha şerekî giran di navbera hêzên leşkerî yên Îsraîlê ku alîkarîyê ji firrokêyên cengî werdigirtin û milîtanên Filistînî de didomîya li vî bajêrokê ku nêzî 30 000 kes lê dijîn.

Ev bajêrok ji ber vî şerrî, bi giştî wêran bûye. Karbidestên Îsraîlê dibêjin ew di armanca xwe de bi serkeftine; ew aramanca wan ya ku dixwestin bikaranîna mûşekên Qassam ji alî milîtanên Filistînî ve rawestînin.

XS
SM
MD
LG