Lînkên eksesibilîtî

Partîya Demokrat piranîya kursîyan di Civata Nuneran de wergirtin


Demokrat dibêjin ew di hilbijartinê de bi serkeftine, piştî ku encamên dengdanê we dîyar kirî, ku Demokratan pitir ji 15 kursîyan wergirtine ku pêdivîne da bibine piranî di Cıvata Nuneran de.

We dîyar dibît ku Demokratan pitir ji 230 kursîyan wergirtîne beranberî 200 kursîyan bo Komarîyan. Bi serkeftina Demokratan manaya wê ewe ku nunera California Nancy Pelusi dibîte Peyivdara Cıvata Nuneran û dibîte yekemîn jin ku vê wezîfê werdigrît di dîroka Amerîka da.

Pelusî gote piştevanên xwe ku Demokrat dê ji serokî bixwazin da stratejîyeke nû bo Iraqê danîtin.


Berî dengdanê ji Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka hevkar Bêrîvan Yusifî bi Amerîkîyeke bu navê Emly Blincoe re hevpeyvînekê kiriye li ser dengdanê. Eger bixwazî guh bidî vê hevpeyvînê, ji kerema xwe re biçe jorê û nivîsa bi rengê şîn ku dibêje 'Li hevpeyvîna bi Emly Blincoe re guhdarî bike' bitiqîne.



XS
SM
MD
LG