Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Filistînî qurbanîyên êrîşa Îsraîlê veşartin


Di wê şînîya mezin de tu tundûtûjî nebûn lê belê dema ew jin û zarokên ji yek malbatê ku di bûyera roja Çarşemê de hatibûn kuştin, dihatine veşartin, acizîyeke giştî dîyar dibû.

Îsraîlê lêborîn xwestîye ji bo wê êrîşa xwe ya bi topan ku li gelek avahîyên bajêrokê Beyt Henûn xistibûn û dibêje wan bersiva êrîşên mûşekên Filistînîyan daye.

Hin komeleyên Filistînî yên milîtan gefe dikin ku ji boy tolhildanê dîsa dest bi êrîşên xwekuj bikin. Wezîrê Tenahîya Navxweyî yê Îsraîlê Avî Dîkxtir dibêje hêzên parastinê xwe amade dikin.

Dîkxtir dibêje bûyer cîyê mixabinîyê ye belê lazime rêberên Filistînî ji bo rawestandina êrîşên mûşekan li dij Îsraîlê bizaveke zêdetir bikin. Îsraîl dibêje ew dê ji bo rawestandina êrîşên muşekan kiryarên leşkerî li Xezzeyê bidomînin.

Serokê Filistînî Mahmûd Abbas dibêje Îsraîl bi wan kiryarên li Xezze xeterekê dixe ser bizavên aşîtîyê. Lê ji alîkî din ve jî rexne li milîtanên Filistînî digre û dibêje avêtina muşekên wan bûye sebebê tolhildanê, ji Îsraîlê re.

XS
SM
MD
LG