Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kongresa Amerîkî dikevîte jêr kontrola Demokratan


Du rêxistîyên ragihandinê li Amerîka ragihand ku Partîya Demokrat, piranî di Civata Senatoran de wergirtîye û bi vê çendê, dê Kongresa Amerîkî bi herdu Civatanve dikevîte jêr kontrola wan.

Tora NBC û Ajansa Peyamên Associated Press dibêjin berbijarê Demokrat Jim Webb beramberî senatorê Komarî Geroge Allen li wîlayeta Virginia serkeft.

Jim Webb bi 7000 dengan bi serkeft ji giştîya pitir ji du milyon denga. Belê hêjta Alen pênasîn bi encaman nekirîye û piştevanêt wî dibêjin ew dê xwe girît heta ku jimartina denga bi dirustî bi domahî têt. Lê şîretvanek dibêjît Alen çi nîyaz nîne ku bixwazît careka dî deng bêne jimartin.

Demokrat di hilbijartinên Civata Nuneran de jî piranî wergirtîye û bi serkeftina Jim Webb dê herdu Civatên Kongresê dê kevine jêr kontrola wan bo yekemîn car piştî sala 1994ê.




XS
SM
MD
LG