Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Bush careke dî pêgirtina Amerîka dubare kir bo pirsa Iraq


Serok Bush dibêje piştî hilbijartin û guhertina di Kongresa Amerîka de ew amade ye ku nihêrtinên nû sehke ji Demokratên dijberîyê û yên din bi şertê ku ew dîtin alîkarîya serkeftin û damezirandina hikumeteke demokratîk bike li Iraqê.

Serok û karbidestên bilind yên Amerîka dixwazin bi Iraqîyan bidin fam kirin ku Welatên Yekgirtî pêgirtinê bi welatê wan dike ku ev welat bi tundûtûjîya bê sekin ya tîreyî zîyan dîtîye.

Roja pêncşemê di êrîşekê de li nav û li dora Bexdayê bikêmîve 16 Iraqî hatine kuştin. Sê serbazên Amerîkî jî li Bexdayê di du êrîşên cûda de hatine kuştin.

Wezîrê Parastina Amerîka yê ku dev ji kar berda, Donald Rumsfeld roja pêncşemê got kiryarên leşkerî yên mezin li Iraqê ‘serkeftineke grîng’ bi destve xistîye. Lê belê dibêje bizava Amerîka ya piştî wan kiryaran ya didua zêde ‘ne baş e an jî zêde ne bi lez tê kirin.’

Serok Bush dev ji kar berdana Rumsfeld roja çarşemê ragihandibû piştî ku Partîya Demokrat di hilbijartina Kongresa Amerîka de bi serkeft.



XS
SM
MD
LG