Lînkên eksesibilîtî

Putin digel Larîcanî kom dibît


Wezîrê derve yê Russî Sergei Lavrov dibêjit hikumeta wî digel Iranê kar diket bu dest pêkirneva dan û standinêt şeş alî liser bernama navokîya Iranê.

Birêz Lavrov got li çend rojêt bihêt karbidestêt Russî dê peywendî bi welatêt dî ken bu baskirna nu vekirna dan û standina.

Wî ev yeke ragehand piştî kombuna serok Vladimir Putin digel serokê şanda Iranê bu dan û standinêt navokî, Elî Larîcanî.

Li Civata Tenahî ya Netewêt Yekgirtî, welatêt Ewropî pêşnyara dana toleyan li dijî Iranê kirye bu giranî dananê liser Tehranê da zaxkirna yoranyomê ragirit.

XS
SM
MD
LG