Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li hêrişêt xwekujî bi deyan kes li Iraqê hatin kuşin


Li hêrişeka xwekujî bu ser navendeka navnivîsîna polîsî li navenda Bexda bi kêmî 30 kes hatin kuştin û nizîkî 60 kesêt dî birîndar bun.

Hêrişa roja yekşembî li navendeka navnivîsîna komandoyêt polîsê Iraqê li rojavaya Bexda cêbu.

Herwesa polîsê Iraqî ragehand ku li çend peqînekêt bombêt rex şeqamê li Bexda bi kêmî heşit kes hatin kuştin.

Roja şembî çekdara li başora paytextî hêriş kire ser sê otobîsa ku Şî’e têda bun, bi kêmî 10 ji wan kuştin û nizîkî 50 kes revandin.

XS
SM
MD
LG