Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Bush evro digel Desteya Nirxandina Destûdarê Iraqê dê kom bit


Endamêt wê desteyê ji alî endamêt Komarî û Demokrat li Kongresê pêk hatîye, da li ser sîyaseta Amerîka li Iraqê pêşnîyaza bikin.

Wezîrê derve yê berê James Baker û endamêt Kongresê yê berê Lee Hamilton serokatîya Desteya Nirxandina Destûdarê Iraqê dikin.

Peyivdarekî Seraya Sipî got ew deste hêjta amade nîne raporta xwe ya domahîyê pêşkêşî serokî biket.

Ev kombûne tête kirin piştî endamêt Demokrat yêt mezin yêt ku heftîya buhurî partîya wan Kongres kontrol kir gotîye ku karê wan yêt serekî dê ew bit ku rêbaza xwo li Iraqê bigohirin.

Senator Carl Levin, roja yekşembî daxwaza vekêşana pêngav bi pêngav yêt hêzêt Amerîkî ji Iraqê kir û serokê partîyê Howard Dean got Amerîkîyan bi eşkere gotîye ku ew li hêvîyê nînin heta hetayê li Iraqê bimînin û got partîya wî li ser mesela Iraqê digel serokî kar biket.

XS
SM
MD
LG