Lînkên eksesibilîtî

Raportek dibêje evsal li Afganistanê 4000 kes hatine kuştin


Raporteke li ser şerê Afganistanê dibêjît li hêrîşêt serhildayan û li şer û lêkdanêt navbera hêzêt hevrêk, evsale nêzîkî 4000 kes li wî welatî hatine kuştin.

Raport dibêjît kesêt ku li wan şer û lêkdanan hatibûne kuştin, bahra pitir çekdarêt Taliban û serhilda bûn, yêt ku bizav dikir hikumeta Afganî ji ser desthilatê bînine xwarê.

Raporta ku evro li Kabul hate belav kirin herwisa hevdem e digel derbazbûna pênc salan ji ladana komela Talîban ji alîyê hêzêt bi rêberîya Amerîka ve li wî welatî.

Raporta li ser şerê Afganistanê ji alîyê komeleyeke hevpişk ya Afganî û navneteweyî hatibû amade kirin.

XS
SM
MD
LG