Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Henry Kissenger mesela Koreya Bakûr nirxand


Wezîrê Derve yê Amerîka yê berê Henry Kissenger dibêjît dîplomatêt ku bizavê dikin kêşeya anvokî digel Koreya Bakûr û Îranê çareser bikin, pêdivîye bo danûstendinan rêbazeke ciddî danin.

Di nivîsarekê de li rojnama Washington Post Kissenger dibêjît sernekeftina bizavêt navneteweyî ku wan herdu kêşeyêt navokî çareser bikin, reng e bibite egera belavbûna çekêt navokî ku bi gotina wî eve jî dê cîhanê êxet xeterê da.

Kissenger di nivîsarê de dibêjît bi taybet danûstendin digel Koreya Bakûr bo aştî û tenahîya cîhanê pêdivîye û dibêjît heke Çîn, Japon, Rûsya, Amerîka û Koreya Başûr li danûstendinêt xwo yêt digel Pyongyang sernekevin, dê kêmtir derfet hebit ku kêşeyêt navneteweyî bi rêkêt dîplomasîyê çareser bikin.

XS
SM
MD
LG