Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Iraqê 100 kes hatin revandin û 10 jî hatin kuştin


Polîsên Iraqê dibêje bi teqîna otomobîleke bombebarkirî li navenda Bexdayê sêşema îro bi kêmîve 10 kes hatine kuştin û 25 kes jî birîndar bûne.

Ev bombe teqîya çend demjimêr piştî ku çekdaran li navenda Bexdayê 100 kes ji Instutîyeke lêkolînê ya Wezareta Xwendina Bilind ya Iraqê revandin.

Komeke çekdar yên ku cilên polîsên qomando li xwe kiribûn û otomobîlên hikumetê diajotin ew kes ji înstîtuya li Kerrada revandin. Polîs dibêje wan xelkê bi zorê li 20 otomobîlan swar kirine û revandine.

Demek kin piştre Wezîrê Xwendina Bilind ya Iraqê Abid Dîyeb li Zanîngehên Bexdayê xwendinê rawestand û gazin dikir ku kes (ji wezaretên parastin û navxweyîyê) berbayî daxwaza wî ya bo asayîş û aramîyê nediket.

Wezîr dibêje ev revandin bizaveke terorîstî ye û ne tîreyî ye ji ber ku yên revandine berbayî neketine ka kesên ku direvînin ji çi qewm an j îji çi tîreyê ne û çi wezîfê dikirin di hikumetê de.

Di vê navê de li Ramadî ya ku xirabkarên Sinnî lê bi hêz in li rojavayê Bexdayê, karbidestên saxlemîyê dibêjin 20 kes di tundûtûjîya şevî din de hatine kuştin.

Li nêzî bajêrokê Mendelî li ser sînorê Îranê ji ber buseyeke bi ser otobosekê ve heft kes hatin kuştin û diduên din jî brîndar bûne.

XS
SM
MD
LG