Lînkên eksesibilîtî

Vîyetnam pê nexweş e ku bi Amerîka re têkilîyên bazirganî pêk nayên


Hikumeta Vîyetnamê dibêjît ew mixabinîya xwe dîyar diket ku Civata Nunerêt Amerîkî pêşnîyaza biryarekê derbaz nekirîye bo pêk înana têkelîyêt bazirganî digel Hanoi.

Ew biryar derbaz nebû çinku pêdivî bi 2/3 ya denga hebû, lê bitenê 227 deng wergirtin û 161 deng dijî pêşnîyazê bûn.

Karbidestêt Wezareta Derve ya Vîyetnamê dibêjin derbaz nekirina biryara têkelîyêt bazirganî gelek cîhê mixabinîyê ye û dibêjin dê egerê kete ser berjewendîyêt herdu welatan, nexasime li ser kardarîya Amerîkî.

Vê domahîyê endamêt Civata Nuneran hersal dengdanê li ser pêşnîyaza vegerandina têkelîyêt bazirganî digel Vîyetnamê dikin.

XS
SM
MD
LG